محل تبلیغات شما

 


 

 

Lêv Sêmyonovîç Vîgotskî                       (Lev Semyonovich Vygotsky) (96-1934)

                                                         Îvan Îvîc

 

                   Werger ji Ingilîsî:                     Ûsibê Bêmal   (Masterê Felsefeya Perwerdeyê)                                

Ûrmiye           

Reşemeha 2720

Teoriya Geşeya Hişî û Pirsgirêkên Perwerdeyê

  Eger em bixwazin teoriya Vîgotskî binav bikin divê bêjin ku teoriya wî teoriyeke civakî-dîrokî-çandî a geşeya xebatên hişî di asta bilind” da ye ku weke saloxdan bi sanahî teoriya ‘ dîrokî-çandî ’ tête binavin.

   Li gor Vîgotskî mirov bi civakbariya destpêkê” tête nasin. Di dirêjiya jiyana Vîgotskî ev binyat, zêdetir ji ferziyeyekê, teoriyeke (bîrdoziyeke) xorist û xorî nebû.  Lê lêkolînên tecribî yên nû, di warê geşeya civakî ên serdema zaroktiyê da, hegerên zêdetir li bara hebûna civakbariya destpêkê a mirovan di heman salên pêşîn da diselimîne. Civakbariya zarokan, bingehê serederîin û danûstandinên wan ya bi kesên derdorê re ye.

   Ji boy merema me, li vir ku em delaletên ji bo perwerdeya teoriya geşeyê têbigîjin, mirov dikare çendîn encamên giring destnîşan bike. Di gava yekem da, em rastî bersiva pirsa sereke a têkiliya navbera geşe û qonaxa fêrinê tên: heta ji bo yarekê ku ta radeyeke mezin pê wirasetê (zikmaktiyê) hate diyarin, herwisa para derdora civakî dîsa jî avaker e û lewra, zêdetir ji mekanîmzekê bi tenê ye, wekî ku ev ji bo xerîzeyê ye, an tenê handerek ku werara şewazên reftarinê ku her çawa hatibe in, bi hêsanî dilezîne. Piştevaniya qonaxa fêrinê ji vê rastiyê tê, ku ev qonax , takekesî/ê bi amûreke bihêz ku ziman e, amade dike.

   Di dirêjahiya qonaxa bidestxistin û fêrbûnê, ev amûr          -ziman- dibe pişkeke tekûz û neqetyayî a pêkhateya rewanî ya takekesî/ê. Lê tişteke din jî heye, bidestxistinên nû ku serekaniyeke civakî hene, karlihevinê li ser tevgerên din ên hişî wekî ramanê dest pê dikin. Ev rûbirûbûn, yarên taze wekî ramana gotarî diafirîne. Li vir em rastî ferziyeya Vîgotskî tên ku hê jî heta nihe di warê vekolînê da têra xwe nehatiye bişavtin û venêrandin, heta di derûnnasiya îroyîn; hokarê sereke di geşeyê da ew nîne ku; qonaxa her yarekê cida bête raçavin belkî guhorîna têkiliya navbera yarên ciyawaz wek bîrgeha hişane (hafîzeya mentiqî), ramana gotarî û htd ye. Bi gotineke din geşe [-geşeya civakî-] birîtî ye ji çêbûna yarên pêkhatî, pergalên yaran, yarrên pergalî û her wiha pergalên yarane.

  Serbarî delaletên wê ji bo perwerdeyê, dibît ku ji teoriya geşeya hişî (werara zêhnî) ya Vîgotskî, di warê rahênan û lêkolîna perwerdeyî da kelk bête wergirtin. Yên herî giring li jêr têne destnîşanin:

   Yekem, hîç teoriyeke derûnnasiya geşeyê, qasî perwerdeyê giring nîne. Di teoriya Vîgotskî da, perwerde xwediyê tiştekê ku derveyî geşeyê be nîne.

   Duyem, wek encamek yekser an neyekser ya teoriya Vîgotskî, hemî zincîrên kêşeyên nû ên lêkolîna tecribî li bara giringiya mezin ji bo perwerdeyê di derûnnasiya îroyîn da hatine levalizandin.

   Lêkolîn li ser civakbariya savayan/nûzayan, aqareke bilez û berfireh a vekolînê, werar dayîye têgihîştina me ya destpêka zaroktiyê û îdî niha ew bûye pareke bikaranînên  emelî di perwerdeya tazezarokan da.

   Têkiliya navbera serederî û hevkartêinên civakî û geşeya îdrakî yek ji mijarên bijare yên teoriya Vîgotskî ne ku di derûnnasiya îroyîn da gelek baw e; ew di navbera derûnnasiya civakî û derûnnasiya îdrakî da ye û xwediyê xebitandinên eşkere ên emelî di ware perwerdeyê da ye.

   Sêyem, teoriya Vîgotskî ji hêla dîrokî û zanistî ve bi tenê jêdereke giring di derûnnasiya îroyîn ya vekolîna li ser qonaxên jorîdrakî da ye. Ne pêkane ye ku em li ser giringiya van qonaxên di warê perwerde û geşeyê da zêdebariyê bikin. Heta gelek lêkolînên tecribî û berhemên teorîk jî dikarin di nava çarçoveya teoriya Vîgotskî da bêne derbirrîn (vegotin) û nebûna lêkolîneke hanekî (bi vî awayî) bi tenê hecetek e ji bo piştguh havêtina berdewam a van qonaxên di warê perwerdaeyê da. Bêguman ew, niha, di bernameya karî ya her du warên derûnnasî û zanista fêrinê da ne.

   Çarem, ev, dê bi berfirehina toreke tehlîlî û hinek amûran ji bo lêkolîn û venasînê li ser binemayê têgeha geşeya dest (çêok) ya teoriya Vîgotskî anku geşeya civakî-ferhengî di warê xebatên îdrakî da hêsan be. Bes bi kurtî ji bo destpêkê, divê em lîstek ji alîkariyên derekî, amraz û teknîkên hudurîn, li ser hisaba (kîsê) takekesan, komên civakî û çandî bi mebesta diyarina parametran (pîvan û nîşanan) li jêr tîşka tiştên ku hatine hevrûinê, amade bikin. Aşa ye amûrên wisan, ku di nava çarçoveyeke teorîk bi wê mahiyyeta pêşketî, dikanin metirsiyên derbirrînên nijadperestane û şovenîstî ji holê rakin.

   Pêncem, lîsteke kamil ji şêwazên fêrbûnê li ser xîmê teoriya Vîgotskî yan îdeyên şibî wê, hatine derbirrîn û ronin. Ev, şamilê fêrbûna pişikdarî (muşariketî), fêrbûna rênivandî (rêberîî), fêrbûna li ser binyatê nakokiya civakî-îdrakî, pêkhatina zanîna hevpar û htd ye.

   Dûmahîkê, peydabûna gihaneka (medyaya) bihîstbarî-dîtbarî ya modern û teknolojiyên agahdariyê, bikaranîna wan di fêrbûn û cîgeha kurtxayen û dirêjxayena wan ya li ser jiyana zarokan, kêşeyên teze û ciddî çêdikin. Çi amûrek bo lêkolîna kartêina van alavên ferhengî yên teze wekî teoriya Vîgotskî dikare guncawtir û bimifatir be ku rol û dewra wan ya derûnnasî, dîrokî û kemilîna nijadî bi hûrî di nava babetên wê da danête berhev? Ev teorî, çarçoveyeke mefhûmî a ideal ji bo lêkolîneke bi vî rengî pêşniyar dike lê karê dijwar, pêngava emelîin û encamdana lêkolîna tecribiya wê ye.  

 

 

  

لیبرالیزم ( فەلسەفە و پەروەردەیا وێ) - Lîbralîzm - Felsefe û Perwerdeya Wê

Lêv Sêmyonovîç Vîgotskî

  ,û ,di ,ji ,da ,ku ,    ,ji bo ,teoriya vîgotskî ,li ser ,di warê

مشخصات

تبلیغات

محل تبلیغات شما

آخرین ارسال ها

برترین جستجو ها

آخرین جستجو ها

پرواز با قلم